Li Marsîlyayê gel diçin ser sindoqan

Li Marsîlyayê pêvajoya dengdanê didome. Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Başûrê Fransayê ji aliyekî ve gel dibe ser sindoqan û ji aliyê din ve jî diçe serdana mal, qehwexane û eywanên dawetê.

Li bajarê Marsîlya ya Fransayê di roja ewil a hilbijartina serokomariyê de 3945 kesan dengê xwe dan.

Xebatên tûra duyemîn a li bajêr piştî civîna Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Başûrê Fransayê, di 17’ê Gulanê de dest pê kir. Koordînasyon ev 4 roj in mal bi mal digere, li qehwexaneyan û dawetan axaftinan dike, ji bo roja hilbijartinê girseyê bibe ser sindoqan bênavber dixebite.

Li Marsîlyayê ji bo ku gel bibin ser sindoqan li 10 deran wesayît amade ne.

Dengdana li bajêr serê sibê saet di 8’an de dest pê dike û êvarî saet di 22’an de bi dawî dibe.